Главная » 2014 » Август » 26 » ŞENGAL – KUL Û QEDERA ME
19:43
ŞENGAL – KUL Û QEDERA ME

Tosinê Reşîd

Ev demeke dirêj e ez dixwezim tiştekî binvîsîm; lê nikarim.
Nikarim binvîsim, nikarim xew bikim, nikarim şa bibim…
Tragêdîya Şengalê jîyana me guhast, hê zû em ji jîyana rojane avêtin der.
Zarîna Vîyan Daxil li parlamênta Îraqê, tê ber çevê min, gotinên keça êzdî, Leyla : “Hûn bi Xwedê bikin, va ez navnîşana cîhê em lê didim we, hûn jî bigihînin frokeyan, bira me topbaran bikin”, di gîyana min de hezar carî tên gotin. Zarokên Şengalê ye sêwî, ku tî û birçî nav kevirên çîyayê Şengalê, ber germa havînê qincilîne, tên ber çevên min. Bi hezaran kesên kuştî, keç û jinên xwe kuştin û yên derxistine bazarên kola, tên ber çavên min …
Û êzdîyên bi dengên dilerizin, ji tirsa mirinê, ola îslamê dipejirînin. 
Na, hun ê di dilê me de herdem êzdî bimînin. Bawerîya bi tirsa mirinê pejirandî, ne bawerîya Xwedê ye. Û ez hêvîdarim, Civata Êzdîya ye Ruhanî, serokên êzdîya ye olî, piştî rizgarîyê ji we re rêyekê bibînin, wekî hûn dîsan vegerin ser ola Melekî Tawis. 
Divêt zordestî sernekeve!
Ma heta kingê? Ev hov, ev weş, ev bêxwedê, bi navê Xwedê çi ji me dixwezin?
Vekşîyana pêsmerga ji Şengalê û bûyarên dû re seranser êzdîxane hejandin. Gelek tişt hatin gotinê û nivîsarê. Bê guman tawenbarê vê tragêdîyayê gerek bên ceza kirin. Û peyva xemsarî li vir gelek nerm e. 
Vekişandin bi tu aweyî nayê efû kirin. Ew ji bo çi general Îsmaîl Melle Mihemed, ku wek general Simê tê naskirin, dikare bi 20 pêşmerge ve li Şengalê bimîne û şerekî mirin-jîyanê li dijî Daîş bike û heta niha jî li çîyaê Şengalê şerê xwe bidomîne, lê gênêralên mayî wê vekşîn, eger em nebêjin birevin?
Hukumata Herêma Kurdistanê licne ji bo lêkolîna bûyarên Şengalê ava kirîye. Ez nizanim kîne endemê wê licnê, lê divêt nonerên êzdîyên Şengalê û rêxistina Mafên mirov, ya navnetewî di wê licnê de hebin. 
Terk li bawerîya êzdîya ketîye, eger ew licne sibê biryareke nerm û bi guman raber bike, kesê bawerîya xwe bi wê biryarê neyne. Kesê êdî bawerîya xwe bi gotinên Hukmata Kurdistanê jî neyne. Divêt ev neyê ji bîra kirinê.
Îro berê piranîya êzdîyan, bi taybetî êzdîyên Şengalê, der e. Êzdî dibêjin “Kurdistan êdî ne mala me ye”. Wan ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî xwest, wekî ji wan re derîkî vekin, ku bikaribin ji welêt derkevin. Û kes nikare ber dilê wan de bê, mafê kesî tune rêya wan bigre… 
Lê ji alîkî mayî ve pêsmergên êzdî, ku bi çekên ji mala berev kirî, karibûn şerê Daîş bikin û yek ji pîroztirîn parêstgehê êzdîya, mezergeha mezintirîn xasê êzdîyên Şengalê, ya Şerfedîn biparêzin. Niha jî li çîyayê Şengalê xwe amade dikin Şengalê rizgar bikin. Usane êzdî wê Şengalê bimînin. 
Û gerek Şengal bê parastin. Bilî giringîya Şengalê ji bo êzdîyên seranser cihanê, Şengal usan jî devereke stratêgî ye; ew di navbera Başûr û Rojava Kurdistanê de pira ye, bi derketina êzdîya ji Şengalê, ew dever wê bi ereban ve tijî bibe û heta hetê ji dest kurdan here.
Ji bo êzdî li Kurdistanê bimînin û Kurdistanê dîsan wek mala xwe bibînin, gerek gavne hêja ji alîyê hukumata Herêma Kurdistanê ve bên avêtin. 
Berî çend mehan, komek rewşenbîrên kurde ji Yekîtîya Sovête berê, nameke vekirî ji Serok, Serok wezîr û Serokê parlamênta Kurdistanê re şandin. Me ji wan xwest, wekî bêtir guh bidin daxwezên êzdîye. Bi taybetî me xwest jimara êzdîya di hêzên pêsmerge de zêde bikin. Hukumata Herêma Kurdistan biryar ji da 600 êzdîyên Şengalê hilde nav hêzên pêşmerga, lê usan jî ew biryar nehat bi cîh anîn.
Li Şengalê berî êrişa Daîş, 8000 pêsmerge hebûn. Wekî ji wan qet na 4000 êzdîyên Şengalî bûna, wan wê tu caran jin û zarên xwe, parêstgehên êzdîya bêxwedî nehîstana. Wan jî wê bi destên Qasimê Şaşo, Qasimê Simêl re, berevanîya xelkên Şengalê û parêstgehên êzdîya bikirana.
Gelo ji bo çi berpirsên PDK û asayîşa Şingalê, ne ji êzdîyên cîh bûn? Ma di nav êzdîyan de kadroyên hêja tune bûn? Eger tune bûn, ji bo çi ewqas sal ji êzdîya kadiroyên pêvîst nehatin amade kirin? Eger ew berpirsîyar êzdîyên Şengalê bûna, wê tu caran şengalî bêxwedî nehîştana.
Belê, êzdî kurd in. Lê kurdên êzdî ne! Ev yek gerek tu caran neyê ji bîra kirinê. 
Le em wan pirsa niha bihêlin.
Ji bo êzdî li Herêma Kudistan bimînin, welatê kal û bavên xwe, parêsgehên ku ji bo parastina wan bi seda hezara cangorî dane, nehêlin û neçin, çi gerek bê kirinê? 
Rojên îroyîn, divêt navçeke otonomî ji bo kurdên êzdî bê ava kirin, ku bibe beşekî Herêma Kurdistanê û ew navçe, wek Kosovo, heta demekê ji alîyê yan hêzên Dewletên Amêrîkaye Yekgirtî, NATO, yan jî hêzên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve bê parast.
Divêt erbên Sedem Hussên anînne Şengalê û rojên dijwar ji piştê ve êzdî dikuştin, ji Şengalê bên der kirin. Divêt çawan li parlamênta Kurdistanê, usan jî li hemû dezgehên hukumatê de, ji bo êzdîyan kvota hebin
Ez gelek caran çûme Herêma Kurdistanê û bi meha li wir mame. Gava li Silêmanîyê, Hewlêre, yan jî li Duhokê xelkê ber dîwara dibînî, ku benda kar in, piranya wan êzdîyê Şengalê ne. Divêt li Şengalê cîhên kar bên vekirin. 
Heta îro jî li Herêma Kurdistanê bi caran melle, yan jî oldarên musulman, bi şeweyekî vekirî kuştina êzdîya helel dikin, êzdîya û ola wan biçûk dibînin. Divêt ola êzdîya bi fermî bê naskirin, êzdî û ola wan bên parastin. Gerek kesên destdirêjîyê êzdîya û ola wan dikin, bêne ceza kirin. 
Lê dîsan jî, ji bo bi baştirîn rê pirsa êzdîyên Başûra Kurdistanê bê çareser kirin, pêvîstî bi konfêranseke navnetewî heye. Divêt nonerên hukiumata Herêma Kurdistanê û rewşenbîrên ji wê herêmê, noner û rewşendbîrên kurdên êzdî, nonerên rêxistinên navnetewî û pisporên pirsa kêmenetewa û komên olî beşdarî wê konfêransê bibin.
Ev pirs gerek bi rêya şaristanî, ser bingehên lêkolînên rêk û pêk bê çareser kirin.
Îro êzdîyên Başûra Kurdistanê der bi der, bê star û bê hêvî mane. Divêt hukumata Herêma Kurdistan, rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî li êzdîyên Başûr xwedî derkevin. Û ne tenê bi gotin.

 

Facebook. 26.08.2014

Просмотров: 751 | Добавил: Shaliko | Рейтинг: 0.0/0
Всего комментариев: 0
avatar