Главная » 2015 » Октябрь » 5 » RIZGARKIRINA KURDISTANÊ
13:23
RIZGARKIRINA KURDISTANÊ
Torinê Torinî

Rizgarkirina Kurdistanê ne tenê rizgarkirina axa wê ji leşkerên zevtkaran e. Rizgarkirina Kurdistanê usa jî paqişkirina wê ye ji ziman, nav, çand, bîr-bawerî û gend – gemara dagirkeran.

”Merivên Aratta yên li ser merivên dinê ra,
Meriv yên ku Dûmûzî bijart ji merivên din e”

Ji destana şûmera ya ”Ênmêrkar û serekmagê Arattayê


Aratta (Oro -et - to) gorî zanebûnên heyî bajar – dewleta here kevnar e li ser erdnîgarîya Kurdistanê. Sûmera Aratta ”welatê xwe yê kanonên pîroz”, ”welatê çêkira û osta”, ”welatê royê” ”welatê nemira”, ”welatê yêra cema (li hev top bûna) Xweda” nav kirine (hê jî cema Mer – xwedawenda li Lalişa Nûranî tê pîrozkirinê). Lê Dûmûzîyê piştovanê Arattayê bi nêrîna min hema Melekî Taûs e. Badilhewa nîne, ku îro jî êzdî mînanî bav û kalên xwe yên li Arattayê xwe ”miletê Melekî Taûs” nav dikin (”milet” bi ramana civaka dînî – ayînî tê dîtinê).
Mejûyên kurdên dînguhartî bi dewran bi arava dîn – îdêologîyayên zevtkaran hatine şûştinê. Ew li çand û dîroka wana kirine neyar – dijmin. Lê kurdên li ser dinê kal û bavan mayî di bin zulm – zorê da ber xwe dane, çiqwas karibûne dîrok û çanda netewa kurd parastine. Şîn û şayan da, gava navê Melekî Taûs tê hildanê, êzdî bi çûk û mezinan va, dibek hema mînanî arattîyên pêşîyên xwe, bi rêzdarî radibine li ser pîyan, ”Melekî Taûs, tu yî xweyê me” bi lêv dikin, bi destên xwe li rûyê xwe danînê xeleqa goveka royê disêwrînin û hewara xwe li Melekî Taûs dadixin. (Telebext ra, evan deman peyva ku pir zêde kurd dîsa tînine li ser zar – ziman peyva ”hewar” e. Berî her tiştî pêwistîya kurdan bi hewara xwehesîna êtnîkî û hestên hemkurdîtîyê heye. Yektî pey vana ra xwe bi xwe wê bê…).
Hine kesên ku ”Meshefî reş” ya cîhana zanyarîyê ra dîhar xwendine, Melekî Taûs û Azazîl dikine yek. Lê li ber çevan e, ku nivîskarê ”Meshefî reş” ne êzdî bûye. Tenê kesê ne êzdî dikarîbû roja çarşemê ya Melekî Taûs cîguhastî roja yekşemê bikira. Tenê kesê ne êzdî dikarîbû dewsa Mêr – Melekên êzdîtîyê yên biyanîyan bida rêzê û gele tiştên pîroz wek reng – awazên şîn yê ezmanê Mala Xwedê û yê banê zikûratên kevnare li êzdîyan bida heramkirinê. ”Meshefî reş”(ya bi me va dîhar) reşkir – feşkira ayîna êzdî ye. Badilhewa nîne, ku ew nivîsara li aliyê Lalişa Nûranî da jî wek pirtûka pîroz nehatîye dîtinê, nehatîye naskirinê.
Sofî û derwêşên wek xudanê ”Meshefî reş” gorî felsefa sofîtîyê (her kes dikare bigihîje dereca Xwedê û Xweda jî dikare li nav her merî da bişive) xwe dewsa Mêr – Melekê ezdîtîya kevnar raber kirine, navên wana danîne li ser xwe. Awa pantêona êzdîtîyê ya kûr – Manda (welatê Manda), ûrartûyan, mîtanîyan û yên daha kevnare ber bi hildanê, tunebûnê va çûye. Evan sofî û derwêşan bi mecbûrî yanê jî bi meremkivşî usa jî lêgênda derbarê Xwedê, Azazîl, Adem û genimê wî da ya biyanîyan navê Melekî Taûs va girêdane. Awa ev lêgênda ya ku bi kokê va dûrî bîr û bawerîyên êzdîtîya xalis e, hindava xwe da bûye belake serê êzdîyan.
Gorî bîr – bawerîyên êzdîyên Serhedê kal – bavên êzdîyan berî Adem hebûne. Xwedayê Adî – Xaldî (bi sanskrîtî ” ADΔ, ”ADYA” Xwedayê li ser Xweda ra, Yekê jorîn dide kivşê. Peyva ”jor” gava bi çep tê xwendinê, dibe ”roj”) Adem çê kirîye, ku ew nobedarîyê li baxçê bihuşta kurda ya adan bike (binhêre - ”Anahît”, N12, s. 1899, bi ermenî). Bi rastîyê jî gava Mêr – xwedawenda arîya ya Arûrû (Oro - ro) bendê pêşin ji axê çê dikir ne Ademê ji ber Adabî bergirtî hebû (êzdî mînanî binelîyên Adîabênê xwe usa jî ne ku ”adawî”, lê ”adabî” nav dikin), ne jî Hêwa ya ji ber xwedawenda hestûcebar (”jina bi parsû”) ya Nîntî bergirtî hebû… (Derbarê evan yeka da zanyarê polonî Zênon Kosîdovskî pirtûka xwe ya ”Gotarên Bîblîa” - êda bi hûrgilî nivîsîye).
Çawa Şêx Şemsedîn ne Şê Şemsê Mêrê royê ye (Mêzopotamîya kevnare da - Şamaş), çawa Şêx Hesen ne Şê Sinê Mêrê hîvê ye (Mêzopotamîya kevnare da - Sûên, Sîn) usa jî Melekî Taûs ê Mêrê steyra serê sivê ne Azazîle, ne Azraîle, ne Angra Manû ye, ne jî yekî dinê ê duh na pêr li ber xwe derxistî ye. Sîmvola Melekî Taûs jî mirîşka sînema poçikdirêj ya alîyê sofîya da hizkirî nîne (profêsorê ji Almanîya - Karstên Kolpê jî li ser evê ramanê ye). Sîmvola Melekî Taûs Teyr ê Batinî ye, yê ku di destpêkê da li ser Dara Herherê - Heyheyê (Dara kosmîkîyê) danî bûye. Teyr wek sîmvol cem temamîya gelên hindavropî pir bi rûmet e. Cem sûmera jî sîmvola wekîl – qasidê royê ê navbera royê û meriva da dilqê teyr da bûye. Teyr ê sîmvola zeredeştîyê jî ji evan çevkanîyên çanda Mêzopotamiya yên kevnare tê. Sînema poçikdirêj mirîşka binecî ya Kurdistanê nîne, ango ew nikaribû bona kal û bavên kurdan bibûya totêm. Emînê Evdal lêkolînên xwe da ev mirîşka hema ”sînema poçikdirêj” nav kirîye. Ne ku bi navê mirîşkê, lê bi navê Taûs meha tamûzê (tîrmeh) hatîye navkirinê. Li ser xatirê teyrê sîmvola Melekî Taûs biyanîya (parsûa, ereb) ev mirîşka a ji der hatî ”tavûs” nav kirine û kirine sîmvola royê (”tavûs – ê felek”). Û şêxê Şêx Menda Laffrêy Nebo jî bi xwe mikur tê, bi zar û lutfê xwe dibêje, ku sîmvola dînê êzdî ya nuh e alîyê wî da hunartî da mirîşka sînema poçikdirêj sîmvola Şê Şems e. Teyrên nîşanên Taûsê yên destpêkê jî ne mînanî mirîşka sînema poçikdirêj in…
Hine êzdîyên nuh pêketî û nedîtî yên ku bin defa dijminên kurda da direqisin û dixwazin ji êzdîya neteweke nuh çê bikin – bisêwrînin, bi nezanî bi helandarîya zaneyên neyar yên mînanî Garnîk Asatryan Melekî Taûs û mirîşka sînema poçikdirêj jî dikine yek, Melek Taûs ”melek mirîşk” nav dikin, awa evê mirîşkê bona xwe dikine pût – senem, fêtîş û dîrok û çanda gelê me ya 5000 - 6000 salî jî ro da berdidin. (Çiqasî jî hine mollên kurd xwe pê çend qalib sawûn sawûn bikin, xwe ji ereban musilmantir raber bikin, çiqasî jî hine êzdîyên ”sur pê ketî” (wek ku nivîskar Têmûrê Xelîl nav li wan kirîye) pê çend avên çemê Ava reş xwe ji kurdîtîyê bişon - veşon, yek e rojekê ji rojan helandarê wê kurdîtîya wana bidine rûyê wana. Hilbet heger heta ewê rojê ew netewguhartî nebin…).
Gelo çi mînanîhevbûn navbera bîr - bawerîyên sûmera û êzdîyan da derbarê Taûs – Dûmûzî da hene?
Gor berbirîbûna sûmera Dûmûzî siruşt her payîza dikire xewa hingorê û her bahara jî hişyar dikir. Êzdî jî Melekî Taûs ”Mêrê demsal - rozgarê û çelxa rast ya dinyayê” nav dikin û rengê wî himberî reng - awazên bahar û payîzan dikin:
Xaliqo, rengê te divînim lora rengê bahara,
Taceke serê extîyara,
Huleke ser milê mêrdara.
Xaliqo, rengê te divînim lora rengê payîza,
Taceke serê ezîza,
Huleke ser milê mêrdara dîsa.
Bi bawerîya sûmera meha adar - nîsanê (di dewrên kevnare da ev herdu meh wek mehek - Nîsan hatîye hesavê) dema zewaca pîroz ya Mêr - xwedawenda bû. Cem êzdîya jî evê mehê da zewaca merivan nabe. Êzdîyan jî nava salê da du caran ne ku hilgêr û dagêrê va, lê wekehevbûnên şev û roja yên bahar û payîzên Kurdistanê va girêdayî diçine li ser mezelan. (demên pîrozkirinên cejnên êzdîtîyê wekehevbûnên şev û roj, rokurtk û rodirêj, nedîrdayînên steyr û birc - exterên Kurdistanê va girêdayîne). Nava salê da du caran jî nîşan - nexşa Taûsê tê siyarkirinê - gerandinê (nîşan - sîmvola hevt Mêrên riknê - Taûsa destpêkê ya enzel ya bi hevt (7) ta - teveka wek zîkûratên kevnar û steyra şeş baskê zef zûda Kurdistanê da sîmvola makrokosmosêye: - ro, hîv û pênc dorgerên dora royê yên ku bê dûrebîn têne dîtinê:
”Şê Şems li ser milê şeşan e,
Daye maşê şeşan e…”.
Sîmvoleke royê jî hema beran bûye. Lema jî dema beranberdanê bona şivana seva her beranekî şeş (6) kate (wek şeş dorgerên royê) hatine petinê. Ev steyra şeşpencê bi navenda royê va (bi makkirina zanyar Gêrşom Solêt ) yahûdîyên di navbera Dicle û Ferat va ber bi Kananê hilgerîyayî (bi gotina helbestvanê kurd – Fêrîkê Ûsiv cihûyên ji kurdan cihêbûyî) cara pêşin sedsala 12 – 14an da xwe ra kirine sîmvola netewî. (fîlma ”Koda Da Vînçî” - da steyra şeş baskê wek nîşana nêrtîyê û mêtîyê hatîye raberkirinê. Eva ne rast e. Steyra şeş pencê wek nîşana makrokosmosê ne ku tenê li ser dîwarê Lalişa Nûranî, lê li ser gele cî – warên Kurdistanê yên dinê jî hatîye nexşkirinê…).
Heytehola here mezin ya Dûmûzî li cem sûmera wekehevbûna şev û rojê ya baharê da pêk hatîye. Evan roja li cem êzdîyan jî ”Çarşema Serê Salê, gava baharê, meha adarê av hildikişe li serê darê, mirî têne li derê malê” (Tê bêjî eva parçeke sohbeta rûspîkî sûmer e di derbarê heytehola Dûmûzî da…).
Çawa zanyara navdar O. Jîgalînayê jî nivîsîye çarşemên hesava ne ku destpêka meha adarê da, lê hema pey cejna Xidir Nebî ra dest pê bûne. Û ew ne ku sisê (3), lê hevt (7) bûne. Kivş kirina hevt çarşemên hesava bi navê ”hevt hevtê” - ya derbazî nava xaçparêzîyê jî bûye û îro jî cem wana kar dike. Çarşema pêncan cem êzdîyan dikeve wekehevbûna şev û rojê ya baharê. Ew çarşema sersalê ye, destpêka cejna Newrozê û sala nuh e. Çarşema hevta akorda dawîyê ya cejna Sersalê ye (ka em dîna xwe bidinê: çarşema hevta ne ku ya sersalê, lê ya serê nîsanê tê nav kirinê). Cem sûmera, akkada, babilya jî heytehol – pîrozbayên baharê yên Dûmûzî deve – devî du (2) hevtêyan kişandine. Û cem êzdîyan akkorda cejnê ya dawîyê: Çarşema Serê Nîsanê jî hema bi nave Taûs ”Çarşema Melekî Taûs” tê binavkirinê.
Çawa zanyarên kurd Sozdar Mîdî, Tosinê Reşîd û yên dinê jî mak dikin, cejna Newrozê altindarîya Mîdîyayê ya hindava Aşûristanê va girêdayî nîne, çimkî ew serkeftin ne ku baharê, lê hema havînê meha tebaxê da pêk hatîye, mîyaser bûye (evan rojan êzdîyên li welêt cejna dînê şeref yê Madî bin navê ”Cema Şerfedîn” - da pîroz dikin. Lê êzdîyên Sovêta berê evan roja cejna Qurixê – Gêlavêjê didine kivşê: bi xaç yê sîmvola Mîhrê Mêrê royê stûnên xanîyan, gulîyên daran, netikên hespan, dêwêr, hêşîyên konan xaç dikin…). Cejna Newrozê ya kevnare lêgênda derbarê Ejdehak û Kawa da sêwirandî va jî girêdayî nîne, çimkî Kyûrosê xarzîyê meda tevî parsûa bona makkirina serkeftina xwe padşayê Mîdîyayê yê dawî : - Ejdehak (Astîages) yê ku mînanî kal – bavên xwe yên kûtî Zîyayê Zer, hingavtina birûskê wek nîşana protokosmosê parêz dikir, wek kesê negativ raber kirine. Sîmvola xwedayê Ma(n)d jî Zîyayê Zer e. Kurdên ku xwedayê Ma(n)d parêz kirine ”kurdên mand” (bin tesîra zaravên sêmîtî da bûye kurmanc) hatine binavkirinê. Kurdên mukrî û baban jî xwe kurmanc nav dikin, nenihêrî ewê yekê ku bi zaravê soranî diaxivin. Dîroknivîsên ermenî jî kurdên me(n)d mar (peyhatîyên zîya), lê welatê wana Marastan nav kirine. Xwedayê Şê (zer) Ma(n)d yê piştovanê dewleta Ma(n)d – Mîdîya îro pantêona êzdîtîyê da bi navê Şêx Mend yê padşayê zîya, mar – teyarên li ezmana zêndî ye. Gele caran cudatîya navbera zîyaparêzîya êzdîtîyê û dêwparêzîya (daêvayasna) reşkirinê da alîyê gele zanyaran da nayê texmînkirinê. Kal – bavên kurda ne ku Dehak, lê Şînsarîşkûnê qiralê Aşûr anîne li ber çevan. Gava sala 612 – a (b. z) m(e)nd ketine kolanên Nînoyayê, evî qiralê zulmkar agir berî li koşk – sera xwe daye, xwe jî ayîtye nava evî agirî. (Dewleta Aşûr navê xwe ji navê Xwedayê Assûr ango Sorê Sora ( Ro) yê kûtî yên binecî û roparêz hildaye. Îro jî ew nav li ser herêma Soran e). Awa dîhar dibe , ku cejna Newrozê parêzîya ber bi piştovanê Arattayê û arattîya: - Melekî Taûs va girêdayî ye. Neyar – dijminên kurdan zef pak haj ji evan gilîyan hene. Hêç badilhewa nîne, ku mollekî yê ku perwerde û pînckirina xwe ji Kurdistanê der hildaye, bi sedema ku Muhamedê ereb yê li qûmistanê Newroz nedaye kivşkirinê bang dikir, ku kurd cejna netewî – Newrozê pîroz nekin…
Parêzîya Taûs tevî ji Kurdistana kevnar dûrketina hevtê û du (72) milet – civakên hindavropî belayî dor û bera bûye û anegorî rewş, şert û merc, rê – rizmên evan deveran bin navên Dûmûzî, Tammûz, Famûz, Bex, Adonîs, Ozîrîs û ên din da dûmayî kirîye, çawa ku peyva kurdî ya ”bira” belay bûye, li Birîtanîya bûye ”brothêr” li Almanîya bûye” brûdêr”, li Rûsîya bûye ”brat”, çawa ku ”stun û kênc” - a kurdî li Birîtanîya bûye ”stoûn kênc” - a kivşkirina – nîşankirina tîrêncê, çawa lîstika ”Hol û kaş” bin navê ”Hokşa” da derbazî Misirê bûye û li Avropayê jî bûye ”Hokêy”… Bi raberkirina hine zanyarên wek S. Kramêr berî çûyîna sûmera ji Kurdistana kevnar li vira syûjêke mînanî ya Dûmûzî û Înana ya belabûyî hebûye û sûmera ew ji vira ber girtine û bi xwe ra birine, ser riknê wê jî bi teherê xwe ”Dûmûzî û Înana” xwe sêwirandine. Usa jî ”Tammûz û Îştar”, ”Adonîs û Afrodîtê”, ”Ozîrîs û Îzîda” hatine hûnandinê. Dibek tîrênceke ewê serpêhatîya kevnare ya Kurdistanê jî hema ”Mem û Zîn” a me ye. Belê, sûmer yên ku xwe ”serreş” navdikirin (di zargotina me da jî meriv hema ”serreş” têne navkirinê), ji Kurdistana kevnar ber bi jêr daketine. Badilhewa nîne ku Gîlgamêş Zîûsûdra ê bavkalkê xwe yê nemir hema li çîya – banîyên pîroz yên kal û bavan yên Kurdistanê digerîya…
Zimanê kurdî jî makezimanekî hindavropî ye. Bi nêrîna min peyva ”Taûs” ji du para ya ”ta” û ”ûs” hatîye sêwirandinê. Para ”ta” jêderketin, ta - gulî, tav – şemal, germayî, tîn, tîrêncvedanê dîhar dike. Lê para ”ûs” çawa ku peyvên ”çir – ûs”, ”beys – ûs” (agir), ”bir – ûs” - daye wek ”aûs”, ”aûês”, ”ûos” bi zimanên hindavropî navlêkirineke royê ya destpêkê bûye (bo nimûnê zimanê avêstayê da ”ûsastara”, lê zimanê almanî da ”ostên” rohilat dide kivşê). Eva jî hindava xwe da îzbatîke kevnarîya zimanê kurdî, parêzîya Taûs û çevkanîyên êzdîtîyê ye.
Belê, piştovanê Dûmûzî yê sûmerî her dema Ûtû - Ro bû. Melekî Taûsê me jî wek Mêrê steyra serê sivê mizgînîya tîrêncvedan, zeriqandin, nedîrdayîn – hatina royê û ronayê, bahar – Newroza rengîn û jîyanê ye. Lema jî kal û bavên me yên or - oyî (arî) bi hezaran salan bendewarên TAÛS û ÛS – ROyê bûne.
Nivîsarnasî:
”Kûr” bi zimanê sûmerî ”keloşk”, ”çîya” usa jî ”welat”, ”dinya axretê” ya kûr daye kivşê. Belê, himberî sûmerên navdeştî bav û kalên kurdan alîyê gêogirafîayê da ”kurtî” ango çîyayî bûne. Lê ez li ser ewê nêrînê me, ku êkzoêtnonîma ”kutî” usa jî êndoêtnonîma (xwenavkirina xwexwetîyê) ”kurd” (k – ro – d) ji roparêzîya kal û bavên kurdan tê. Îzbatîke evê yekê jî ku êtnonîma ”kurd” - da ”ro” bûye ”or”, bo nimûnê, ew e, ku zimanekî hindavropî yê ermenî da ro –j - êra û ro – yêra ”or” û ”or – êv (ar – êv) tê gotinê û devera Şengalê heta Babilê dewrana kasîta da ”k – or –d - ûnîya” hatîye navkirinê… http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2914 Gele zanyar , dîrokzan gava derbarê kûr – Manda (welatê Manda), Ûrartû, Mîtanî, Kûtîûm, Aratta û gele dewletên din yên li ser erdnîgarîya Kurdistanê da dinvîsin, sîyasetê va girêdayî hêç behsa kurdan nakin, êdî ku ma guh bidine li zimanê kurdî…

Bo bi berfirehî haj ji pê hebûnê usa jî mêzeke:

”Kurd – merivên Royê”, rojnama ” Rya teze”, N5, 6, 7, 8, 9, 10, 11, 12, s. 2011,
”Miletê Melekî Taûs”, ”Rya teze, N10, 11, s. 1993,
”Piştovanê Aratta – Kurdistanê Melekî Taûs e”. ”Rya teze”, N14, s. 2013,
”Êzdîtî -xeleqa veşartî”, ”Rya teze”, N1, 2…, s. 2015, ”Rûpelekî nuh yê pêrgamênta Silêmanîyê yanê êzdîtî çawa tê nuxsankirinê”, rojnama ”Zagros”, N12, s. 2012, bi ermenî).

Riataza.com
Просмотров: 5444 | Добавил: Shaliko | Рейтинг: 0.0/0
Всего комментариев: 0
avatar