Главная » 2014 » Февраль » 23 » DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA, KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE
02:07
DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA, KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE

E'MERÎKÊ  SERDAR


          Ez dixwazim vê carê derheqa çend e'rf-e'detê me da, ku h'îmlî bal êzdiyê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xêncî yekê), û ew roja e'yda (cejna) Xidirnebî da têne derbas kirinê. Telebext ra, ji wan e'rf-e'deta yek, bawer bikî, bi t'emamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa K'OSEGELDÎ da ne. Niha gundê êzdiyê Ermenîstanê da t'u ciya e'detê Kosegeldî nemaye. Cêribandin hate kirinê, wî e'detî vegerînin. Sala 2007-a p'êşekzana antropologiya yê, lekolînkira k'ilamê k'urda ye şînê, doktora zanyariyê Estelle Amy de la Breteque û aktîvîsteke gund Cemîla Şekro (bineliya gundê Elegezê, marza Aragasotnê, (Ermenîstan) gundê Elegezê da cêribandin e'detê K'osegeldî roja berî e'yda Xidirnebî bidne derbaskirinê. Derheqa wê yekê da kasêta vîdêoyê heye û mala me da tê xweykirinê.

          Ew e'det çi cûreyî hatye derbas kirinê?

          Roja berî e'ydê, êvarê, cahilê gund cîkî t'op dibin, cilê miletiyê xwe dikin, yekî nav xwe da k'ivş dikin çawa K'osegeldî û giva ew qîze, kincê qîza lê dikin, yê mayîn jî cilê miletiyê xwe dikin, yanê pişmêrî û xweykirê wê ne, bi def û zurnê nava gund diger'in. Diçin her malekê, govendê digrin, dilîzin. Mal da t'exte vedikin, hatina wana silav dikin, dua' hevdu dikin, e'yda hevdu pîroz dikin, xweyî, yanê kevanya malê tiştekî p'êşkêş dide K'osegeldî û k'omê. Bi vî cûreyî t'emamiya gund diger'in, diçin her malekê û cihalê mayîn (ne ji k'oma pişmêrya) gerekê bixebitin K'osegeldî biqurçînin, xwaşiyê xwe hevdu bikin. Eva mînanî têatra gelêrî ye, ger'oke, ku wextê da çawa Rohilatê da, wisa jî Roavaê da sedsaliyê navînda gelekî bela bûyî bû. (Lêgênd dibêje, wekî Wîlyam Şêkspîr t'evgelekî têatroê wî cûreyîye gelêrî ye, ger'ok bûye).

          Dawiyê da k'om cîkî berav dibe, ew çi ku p'êşkêş danê yanê dixun, yanê jî hev p'arevedikin. Telebextra, eva her t'enê ma çawa cêr'ibandin û nava gel da bi firetî bela nebû.

          Fikra vî e'detî şabûne, wekî şabûnê dikine nava t'emamiya gundekî, xwaşiyê xwe hevdu dikin, dilsariyê didine hildanê û eva jî aliyê xwe da xemleke nuh dide çanda me ye debê.

 

          E'rf-e'detê duda TOTKA ŞOR', PARIYÊ Ç’IVÎKÊYE. Ev e'rf-e'det, bawer bikî, bi t'emamya xwe va nava êzdiyê Ermenîstanê û Gurcistanê, çawa bineliyê bajara, wisa jî gunda da hatye xweykirinê. Çira jê ra dibêjin Totka şor'? Ew ji sê te'ma tê çêkirinê: ar, av û xuyê. Êvara pêşema, berî e'yda Xidirnebî, qîzeke cahile nemêrkirî ewê totikê lêdixe, cahilê malê (qîz yanê xortê azep) nîvê wê totkê berî razanê dixun, nîvî jî dikin bin be'lgiyê xwe û radizên. Fe'mdarî ye, totik şor'e û wê t'î bin. Lê gerekê t'u wexta avê venexun, wekî xewnê da bibînin, çika k'ê av da wan. Xewnê da jî k'ê av da wan, qîz be – wê wî xortî bistîne, xort be – wê wê qîzê bistîne.

          Xêncî wê e'detekî ha jî gundê êzdiya da hebû û heye. Roja e'yda Xidirnebî, sibê zû, xortê nezewicî yanê qîza nemêrkirî gotî pariyê nan yanê xurek bibirana danyana cîkî bilind (h'îmlî ser k'ulekê). Vê yekê ra digotin Pariyê ç’ivîkê. Û gotî hert'im ç’e'vê wana lê bûya, çika ç’ivîk yanê teyredeke mayîn ewî parî k'î alîda dibe. Wexta dibir, wekî wisa ne xortê wî alî bizewice, qîzê wî alî mêr bike.

          Lema nava gel da digotin: "Xidirnebî, Xidireylazê mirazbaxş, miraza digihîne hev”.

          Wextê rojiyê Xidirnebî, êvara berî e'ydê e'detekî ha jî hebû. Derdaneke fireh da ar elek dikirin, şe’rek davîtne ser û cîkî mal da datanîn. Giva Xidirnebî syarî bê wê malê û here, rêç’a hespê wî ser wî arî wê bimîne. Wexta ha dêmek risqê malê wê salê zêde dibe. Wê malê derheqa wê yekê da gundî pê didane h'esandinê û rojtira mayîn, paşî e'ydê, e'seh gotî qurban bida.

          E'rf-e'detekî mayîn, ku ez dixwazim derheqa wî da binivîsim - DOLÎ DANGE. Eva e'deta h'îmlî gundê êzdiya da dihate derbas kirinê. Roja e'yda Xidirnebî k'ome zar'ok (10-15 salî) digihîştine hev û qirar dikirin Dolî dangê derbas kin. Benekî dirêj kite goreva dikirin û nava gund diger'iyan, hildik'şiyane ser xanya, ew kita gorê, ku jê ra digotin Dolî dang, jor da k'ulekê da darda dikirin û digotin:

Dolî, Dolî dangê,

Pîra malê qurbangê,

Xortê malê ze'vangê,

Tiştekî têkne vê Dolî dangê.

 

          Kevanya malê êmîş, şîrinayî, yanê çerez dikire wê Dolî dangê. Û bi vî teherî t'emamya gund diger'yan, paşê cîkî rûdiniştin, ew çi ku berav kiribûn, hevdu p'arevedikirin.

 

          Ev e'rf-e'det dihatne kirinê bona gel şabe, çimkî e'yd bû, e'yda Xidirnebî bû, gotî gel şabe, e'yda xwe rind derbas ke. Evana jî atrîbûtê wê e'ydê bûn.

          Ez niha nikarim bêjim gelo fikra wane zanyarî çi ye, lê dikare biqewime paşerojêda hinek lêkolînvan rabin, van e'deta lêkolîn bikin û tê da tiştê wisa bibînin, ku ronkayê bavêjne ser pirsêd êtnografiya, dîrok û çanda me ye nedîyar.

 

s.2014-a   Yêrêvan.

Am 14. Februar 2014   /     


Просмотров: 511 | Добавил: Shaliko | Рейтинг: 5.0/1
Всего комментариев: 0
avatar