Главная » 2014 » Сентябрь » 11

Salihê Kevirbirî

Pêwîst e gotina dawiyê di destpêkê de bibêjim; ‘Karesata Şengalê jenosid e.’ Divê ev karesat pêşî ji hêla Serokatiya Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Kurdistana Federe ve, paşê jî ji hêla desthilatdariyên xwedî ûjdan ên dinyayê ve wekî ‘jenosîd’ ango ‘komelkujî’ were pejirandin. 

Jenosîd û komkujî bes bi kuştin û tunekirina mirovan pêk nayê. Hûn bibin sedem ku mirov terka xak û welatê xwe bikin jî cureyeke jenosîdê ye. Gelê kurd bi direjahiya salan, gelek caran rastî hewldanên bi vî rengî hatiye û ji neçarî terka welatê bav û kalen xwe kiriye. Di 30 salên dawî de gelê kurd hem li Bakur, hem i Başûr, hem jî li Başûrê Rojava rastî hewldanên koçberî û penaberiyên sext û dijwar hat. Bi milyonan kes terkeserê dinyayê bûn. Penaberî, derbederî, malwêranî û kuştin bû para wan. 

Просмотров: 1096 | Добавил: Shaliko | Дата: 11.09.2014 | Комментарии (0)