Главная » 2014 » Февраль » 23

E'MERÎKÊ  SERDAR


          Ez dixwazim vê carê derheqa çend e'rf-e'detê me da, ku h'îmlî bal êzdiyê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xêncî yekê), û ew roja e'yda (cejna) Xidirnebî da têne derbas kirinê. Telebext ra, ji wan e'rf-e'deta yek, bawer bikî, bi t'emamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa K'OSEGELDΠda ne. Niha gundê êzdiyê Ermenîstanê da t'u ciya e'detê Kosegeldî nemaye. Cêribandin hate kirinê, wî e'detî vegerînin. Sala 2007-a p'êşekzana antropologiya yê, lekolînkira k'ilamê k'urda ye şînê, doktora zanyariyê Estelle Amy de la Breteque û aktîvîsteke gund Cemîla Şekro (bineliya gundê Elegezê, marza Aragasotnê, (Ermenîstan) gundê Elegezê da cêribandin e'detê K'osegeldî roja berî e'yda Xidirnebî bidne derbaskirinê. Derheqa wê yekê da kasêta vîdêoyê heye û mala me da tê xweykirinê.

Просмотров: 529 | Добавил: Shaliko | Дата: 23.02.2014 | Комментарии (1)